şarkı sözü
Ax lê Wesê
Ax lê Wesê lê lê lê, Wesîlayê way way
Te porsorê lê lê lê hene dayê way way
Teşî ristî lê lê lê çû serayê way way
Mala Wesê lê lê lê ji malan wê de way way
Ez radimûsim lê lê lê l’mala bavê way way
Riya bajêr lê lê lê rê dikşîne way way
Çon derê Wesê lê lê lê
Av dikşîne way way
Bîngol şewitî
Bîngol şewitî mij dûman e
Megrî, megrî dayê megrî
Zekî kuştin ber malan e
Zeman xirab em têda ne
Bingol şewitî mij dûman e
Megrî, megrî, dayê megrî
Esker ketin nav gundan e
Zeman xirab em tê da ne
Va qomandan, bê îman e
Megrî, megrî, dayê megrî
Millet topkir, bi copan e
Zeman xirab, em têda ne
Ehmedo Ronî
Ehmedo Ronî heyran tu ne mîr î ne hekîm î
Kuro gedê tu ne mîr î e hekîm î
Li bala dilê min evdala Xwedê de
Tavî kî ji tavî ya biharê
Meha Gulan û Nîsan û Adar e
Li ser sing û berê min evdala Xwedê de
Ne dixûricî ne dibarî
Etiketler kürtçe şarkı sözü








