Mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro
Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil
Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil,
Fenanî gakî bê werisî bê cil
Fenanî kirasî qolî bê mil,
Fena dara bê şalûl û bilbil,
Fenanî xasbexçekî rûtî bê gul
Bila dilê rezîl bi dil be,
Tûrê parsê li mil be,
Parsa meriv ne li vir be,
Nava dazdeh duvalê ecnebî,
Ûrisan li mala Emerîkanê gewir be
Parsa meriv birije,
Tûrê meriva ê qûl be,
Meriv li ber dîwarê evda be,
Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be
Ber seryê meriv kevir be,
Malxirabo ser rexa meriv gunî be,
Bin rexa meriv postê jûjî be,
Tek bila di dêrisê gundan de,
Dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil
Tu nizanî min di got qey tu mêrî,
Tu camêrî, min di got kotiyê mêran ne li mal e,
Tu şeva îşev bişkênî camê camekanê şûşe û penceran, zirza derî
şeva xwe di nava taxima sîng û berê min esmerê de bibihorî
Min nizanîbû tu ne mêrî, ne camêrî,
Tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî
Tu nizanî ez ê ne azeb im, ne bi mêr im
Ka melê gundan, de ez ê bi kaxit û bi nivişt im, bi seyr im
Tu dêhna xwe bidî vê sivengê ez dikim herimê
Lawikê min bû girtiyê taşxana Diyarbekir
Ez ê vê sivengê dikim herim
Dîtina xelkê xwe wey têlî delalê, şebabê, potê
Gelo vê sivengê , malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim
Ez ê vê sivengê , malxirabo ber tirba erebê reşê lêv deqandî,
Xîmê binê beriya tewr a jêr im
Hey dil hey dil hey dil ax hey dil hey dil dilo hey dil
Xerîb gotegot e ...
Cotyar çûne cot e
Xerîbê kember difrote
Oy oy li min xerîbê ...
Bê tal û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê
Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got
Min ji ciwanîya xwe xêr nedît
Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê
Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê
Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin
Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê
Xerîba beyanî...
Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî
Xerîbê çû avê
Qeytan kete navê
Xwe heram kir nanê bavê
Xerîba xwedê yo ...
Ber bergê rojê yo
Hesreta dayik û bavê yo
Xerîba beyanî ...
agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî
Herêm : Sêrt
Gotin muzîk: Gelêrî
Gotin ê navberê de :Rojda AYKOÇ
Gul ji gulistan gulan tîne
Gava çû erdê dihecîne
Xêlya sor bi xwe re digerîne
Gul rengdarin bi hezarin
Gul li Zîndanê Amedê
Jiyanê çandiye erdê
Ajda li zozanê Serhedê
Gul rengdarin bi hezarin
Gul li çiyayê Gabare
Xwe girêdaye ji şêr re yare
Evîndara axa sare
Gul rengdarin bi hezarin
Gul şehîdê Gelyê Zîlan
Li Botanê girtî dîlan
Gul berfîne ji bo dilan
Gul rengdarin bi hezarin.
Lê bûkê lê narê
Bûka me bûka ne
Lê bûkê lê narê
Tiriya nava rez e
Lê bûkê lê narê
Zava da ber gez e
Lê bûkê lê narê
Bûka me diyar e
Lê bûkê lê narê
Tiryên ber dikan e
Lê bûkê lê narê
Zava jê nexwar e
Lê bûkê lê narê
Bûka me bûka ne
Lê bûkê lê narê
Bûka hez û mez e
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm:serhed
Çevkanî:Yıldız Gültekİn
Esmera min şiya endê nê na
Roştiya çimê mi heliya
Zon nêva no ez lal biya
Taqetê canêmin qediya
Tew dil dilo dilê min
Kes nêzano wek halê min
Derdê yarê bî karê min
Deşto ko biyo warê min
Esmera min hênî duriya
çîçega zerî deriya
Gula çiçeka deriya
Adiro kila na zeriya
Vengê axwa goşkariya
Ax lê gidyê lê gidyê wê
Lê gidyê lê gidyê wê
Can canê Zekirya
Belek berfa li çiya wa
Lê gidyê lê gidyê wê
Li ser singa helîya wa
Can canê Zekirya
Av li deşta kişiya wa
Lê gidyê lê gidyê wê
Zeko berjêr meşîya wa
Can canê Zekirya
Xweş bû zozan û çiya wa
Lê gidyê lê gidyê wê
Zeko jêlî ve hat keniya wa
Hene
Hene hene hene ha hene
Sed û bîst car hene hene
Hûn henek bînin bînin
Ser destê zavê bireşînin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Hena kî û kî li desta kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Hena zavê li desta kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Emê kî û kî bi qurban kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Xweyka mezin bi qurban kin
Hene anî barek,
Her deste û misqalek
Heneka Mosilê
Elb elba Hosilê
Emê henê bînin
Ser destê zavê kin
Emê henê bînin
Ser destê bûkê kin
Emê şahî xweş kin
Emê dîlan gêşkin.
Bir gönüle aşk girince hey can ateşi yanmışa benzer hey can hey can
Birde hasretlik olunca yanmış tutuşmuşa benzer hey can hey can
Yağmur akar üşür yaşın hey can hey can dünyaya sığmazki başın hey can hey can sevdalıdır haya düşün içmeden sarhoşa benzer hey can hey can hey
Bedenimin canı cana hey can hey can damarımın kanı ila hey can hey can
Fedaim dört yanıyla kışa tutulmuşa benzer hey can hey can hey
Fedaim dört yaninla kışa tutlmuşa benzer hey can hey can hey