Şivan Perwer - BEHRA WANE ilk kez



şarkı sözü

Behra Wanê

De îro mi go dilê min bû Behra Wanê
Kelemê derd û kulan
De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin...
Ax were lê lê hesretam dayê oy...
De îro mi go çiya û zozan, şax û newal
Hemû mêl bûne li bende mane
De îro min go behra Wanê werdigere
Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê
Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya…
Were eman neman oyhawar e limin lêlê dayê oy
De lê lê dayê oy nema...
De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma
Ezê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy
Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma
Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama
Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye
De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê
De minê bi Dilê Kurdistanê deveniştama
Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min

Ez keçikek gundî me
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im
Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im
Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im
Ava çem û kanî me birayêm hew zanim
Lo bira serê min; gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay
xortekî heskiribû
Ji malê meriyê me
Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min
Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min
Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min
Lo bira serê min gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan
Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran
Li her derê ava bin da nişkav dibistan
Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan
Lo bira serê min b gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan
ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan
Lo bira derdo Şivano
Xozano bar girano
Bê waro perişano oo...
Lo bira serê min Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....


Sebra malan kara xezalan
Sebra malan kara xezalan
Bi me xweş e wê nedin
Serê xwe rakir kete du ala
Lê li wê kes nebû xwedî
Bira bira derdê m giran e
Ho bira derdê m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Wexta min dît gelek pê şa bûm
Bi can û dil pê ra bûm
Hêsir ji rû jor de hatin xwar
Min nêrî lê xeyal bû
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Min go can û ceger xwişka min
Hel wer ba min em rûnin
Serê xwe rakir kete du ala
Ka ji bo çi wê mijûl be
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

__________________

Etiketler



Yorum yap:

Copyright © Kürtçe Müzik Dinle.
Blogger tarafından desteklenmektedir.
Eğlence Eğlence TOPlist
Zirve100 Toplist
Tasarim: webbilgi.org