Koma Wetan (Kerem Tahar Gerdenzerî) - Cahaltî




şarkı sözü

Cahaltî
(***in – Letîvê Huseyn û Ezîzê Îsko
mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî)
Sal hatin, buhurîn
Hatin mîna gava
Ser emrê me hêwirîn
Wede li me ne kir lava
Cahaltî li me barkir
Derî dada revî
Ahiltî li me karkir
Nikarî bir birevî
Xwezil ez dîsa zar bûma
Ber dile dayka xwe bûma
Berbangê dîsa hişar bûma
Merg, çîmana da ba bûma
Xwezil deqekî cahil bûma
Çiya u baniyada xwer bûma
Mihîna belek siyar bûma
Paşê disa kal bûma
II
Ez îdî nikarim
Mîna salê berê
Bikavme govendê
Nav şayê cumuetê
Hey lê min, hey dilo
Dilo kale-mêro
Tu bîr nakî Çîlê
Birîna dile kalê
Xwezil ez dîsa zar bûma
Ber dile dayka xwe bûma
Berbangê dîsa hişar bûma
Merg, çîmana da ba bûma
Xwezil deqekî cahil bûma
Çiya u baniyada xwer bûma
Mihîna belek siyar bûma
Paşê disa kal bûma

Etiketler



Yorum yap:

Copyright © Kürtçe Müzik Dinle.
Blogger tarafından desteklenmektedir.
Eğlence Eğlence TOPlist
Zirve100 Toplist
Tasarim: webbilgi.org